KOBANÊ – Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were şikandin di pêşengtiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Kobanê ciwan bi pêngavekî nû dest bi çalakiyan kirin. Îro jî duyemîn çalakiya ciwanan pêk hat. Çalakiya duyemîn a ku ber bi sînor ve bi pêxistina meşaleyan destpêkir û heya ber bi sînor meşiyan.
Ciwanên ku bi al û suretên Rêberê Gelan meşiyan bênavber diruşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” Bijî Berxwedana Zindanan” û “Bijî Berxwedana Leyla” berz kirin. Ciwan bi meşa xwe gihîştin ber sînora di navbera Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan’ê û di vê derê de de agirek mezin pêxistin.
Hate zanîn wê ciwan di rojên pêş de çalakiyên xwe bidomînin.