ŞIRNEX – Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, têkildarî greva xwe ji rayagiştî re peyamak şandin. Di peyamê de tê ragihandin ku 22 girtî di grevê de ne û heta tecrîd bişikê jî dê grev bê domandin.
‘NE JI BO MIRINÊ JI BO JIYANÊ ME DEST BI TÊKOŞÎNÊ KIR’
Nameya ku hatiye şandin wiha ye;
Em bi rihê Mazlûm, Kemal û Hayriyan hemû gelê xwe silav dikin. Em bawer dikin ku di demeke kurt de faşîzm û tecrîd dê bişikê. Em ne ji bo mirinê, ji bo jiyanê, biratiya gelan, demokrasî, aştî, civakeke demokratîk û wekhev dest bi têkoşînê kir. Ji ber vê sedemê di mijara ku dê careke din rojên bi aştî û aram li ser xaka me serwer bibin, baweriya me ji Tevgera Azadiyê û gel heye.
Di Pêvajoya Çareseriya Demokratîk û Aştîyê de ku di navbera salên 2013-2015’an de domiya, kezeba tu dayikê neşewitî û li ser xaka me xwîn nerêjiya. Ev yek bi saya kî/kê pêk hat? Li gel ku bajar, gund û xwezaya me dihat wêrankirin jî Rêberê Gelê Kurd û civakên demokratîk rêzdar Abdullah Ocalan, di Newroza sala 2013’an de bi manîfestoyekê banga çareseriya demokratîk û siyasî li raya giştî kir. Em girtiyên siyasî piştgirî didin vê banga Rêber Apo û lê xwedî derdikevin.
PÊLÊN AZADIYÊ BERBELAV DIBIN
Gelek hevalên me û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Rêzdar Leyla Guven bi mehan e pêşengiya çalakiya dîrokî ya greva birçîbûnê dikin. Vê pêla azadiya jêneveger li hemû cîhanê berbelav dibe. Herî dawî di 30’ê nîsanê de 15 girtiyên azadiyê, ji bo mirinê bê wate bikin û zarokên vî welatî di nav aştî û aramiyê de bijîn, laşên xwe di rêya heqîqetê de dan razandin.
EM DAYIKÊN TÊKOŞER SILAV DIKIN
Weke tê zanîn dayikên girtiyên azadiyê û dayikên aştiyê li ber deriyê zindanan qirîna me digihînin hemû cîhanê. Lê kesên ku wijdanê wan qels e, çalakiya ku xwedî li rûmeta mirovahiyê dertê fêm nekirine. Em bang li kesên xwedî wijdan û aştiyê dixwazin dikin û dipirsin; Gelo heke hûn îro bêdeng bimînin dê kîngê li rûmeta xwe xwedî derkevin?
Li Girtîgeha Şirnexê 22 heval di vê çalakiya pîroz de cih digirin. Em silav û hezkirinên xwe yên bê dawî ji dayikên xwe yên têkoşer, pêşengên çalakiyê û gelê xwe yê welatparêz re dişînin. Em bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Serkeftina mezin nêzîk e. Berxwedan jiyan e.