NAVENDA NÛÇEYAN – Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, mîna her rojê îro jî li Gebzeyê li hev civiyan.
Dayikên ku 34 roj in li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk tînin, careke din bûn hedefa polîsên Tirk û hatin astengkirin.
Dayik li ser vê yekê çûn avahiya HDP’ê ya Kocaeliyê û daxuyanî dan çapemeniyê.
Di dema daxuyaniyê de zêdeyî du sed HDP’î û malbatên girtiyan amade bûn. Sûltan Bozkûrt bi navê çalakgeran axivî û got, “Zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Diyariya herî mezin a ji me re were dayin, jiyana zarokên me ye. 30 zarokên me niha di rojiya mirinê de ne. Em hemûyan hembêz dikin. Em Roja Dayikan li zarokên xwe yên niha di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne pîroz dikin. Bi salan e em jinedîtî ve tên. Li vî welatî her roj li me qedexe ne. Em bûn hesretê kêfxweşiyê. Kes me fêhm nake. Bi mehan e em dibêjin greva birçîbûnê heye. Di serî de gelê Kurd, me bi derengî fêhm dikin.”
Endamên HDP’ê qurnefîl diyarî dayikên girtiyan kirin.