ŞENGAL – Dewreya perwerdeyê ya Şehîd Serhed a Akademiya Şehîd Şengal a li bajarokê Xanesorê ya Şengalê bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîma leşkerî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Di merasîmê de li ser navê fermandariya Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo axivî û dewreya perwerdeyê li tevahiya civaka êzidî pîroz kir. Şemo anî ziman ku asayîş ji bo parastina civaka êzidî pir girînge û wiha domand: “Ji bo vê yekê jî pêwîste em, asayîşa xwe berfireh bikin. Çawa ku her zindiyek xwe diparêze, çawa ku gul xwe bi striyên xwe diparêze, em jî bi ciwanên xwe divê parastina axa Êzidxanê bikin.”
Dewreya Asayîşa Êzidxanê 25 rojan berdewam kir. Di nava van 25 rojan de waneyên li ser disiplîna leşkerî, dîroka Êzidxanê û xweparastinê hatin dayîn. Endamên perwerdeyê herî dawî jî soz dan û 23 endam tevlî û beşdarî Asayîşa Êzidxanê bûn. Endamên nû yên beşdarî Asayîşa Êzidxanê bûne ji gund û bajarokên Şengalê ne.