SILÊMANÎ – Greva birçîbûnê ya li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 152’emîn de didome. Vê êvarê ji aliyê koma 77’emîn ve hate dewir girtin.
Koma 77’emîn pêktê ji endamên Rêxistina Ciwanên Welatparêz. Ciwanan di dema çalakî dewrgirtinê de bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” çalakî dewir girtin.
Li ser navê koma 77’an Endamê Ciwanên Welatparêz Ehmed Bekir axivî û got; “Ev çalakiyeke ji bo azadiya mirovayetî û tevayî gelê Kurde. Kurd di demek gelek hestiyar de derbaz dibin, em bang li tevayî ciwanan dikin ku beşdarî van çalakiyan bibin û helwesta xwe li dijî tecrîdê nîşan bidin.”