AMED – Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê, rewşa girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, nebaş e. Malbatan ragihand ku îdareya girtîgehê jî pêdiviyên çalakgeran nabersivîne. Li girtîgehê Halef Yîgît û Mûrat Karaaslan ji 5’ê Çileyê; erkan Taşkan, Veysî Denîzhan û Îhsan Taşdelen ji 12’ê çileyê di greva birçîbûnê yê bêdem û nedorveger de ne. Yîgît, duh bi telefonê li malbata xwe geriya û got, rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de nebaş e.
Yîgît, ji malbata xwe re got ji pozê Taşkan xwîn tê û gêja wî diçe û her wiha destên wî û canê wî diwerime û ên Denîzhan jî çavên wî nabînin û ji madeya Karaaslan jî xwîn tê. Her wiha Yîgît, diyar kir ku li girtiyên din ên di greva birçîbûnê de ne jî gêjbûn, verişandin û bêxewî peyda bûye. Yîgît, bi rêya malbata xwe bang li raya giştî kir û got: “Deng ji we dernayê, bibin dengê me.”