TEBQA – Bi dehan Ciwanên Tebqayê û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Bi rihê ciwanên fedekar em ê Sûriya azad, demokratîk û nenavendî biparêzin” ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê û lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê. Çalakiya xwe didomînin.
Di bin konê çalakiyê de wêneyên şehîdan û pankartên “Na ji bêdengiya navnetewî re ku îrade û hêza me zêde dike”, “Na ji kujer Erdogan re” û “Bimire dagirkeriya Osmanî” her wiha ala QSD`ê û ala Tevgera Ciwanên Şoreşger hatine daliqandin. Tê zanîn ku ev çalakiya kon ji aliyê meclisa ciwanên tebqa û yekîtiya jinên ciwan ve di dîroka 4 -5 an de destpêkir û îro ket roja xwe ya 10mîn. Di vê çalakiyê de gelek daxuyanî hatin dayîn ên ku dagirkeriya dewlate tirk li ser axa efrîn şermezarkirin û kiryarên wan ê qirêj. Her wiha Îro bi daxuyaniyeke ji aliyê meclisa ciwanên tebqa ve hate dayîn.
Daxuyanî wiha bû;
“Bi navê ciwanên şoreşger ên tebqa em îro çalakiya xwe di roja xwe ya 10mîn bi dawî dikin bi beşdarbûna gel ji tebqa û gundewarên wê. Em nerazîbûna xwe li hemberî kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê li efrînê û cihên din ên ku ji aliyê wan ve hate dagirkirin. Û em tekoşîna xwe li hemberî siyaseta wan li hemû qadan û di her astê de bidomînin.
Em weke ciwanên şoreşger ên tebqa soza xwe ya tekoşînê li hemberî dagirkeriya û siyaseta wan ya qirêj nû dikin. Û ji hemû cîhanê re bidin nîşandan ku projeya biratiya gelan ji hemû rojevên we yê qirej bi hêztire.
Em weke ciwan emê li ser riya şehîdên xwe bimeşin û her bostek ji axa xwe yê ku bi xwîna şehîdan ve hatine rizgiarkirin ve biparêzin. Û armanca me ya yekemîn rizgarkirina axên sûrya ên ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatina dagirkirin. Û emê bibin strîyeke di qirika dijminan de. Çawa me çeteyên DAIŞ’ê têk bir emê faşîstê Erdoxan jî têkbibin bi yekbûna me di bin netewa demokratîk û jiyana hevpar û biratîya gelan.
NC \ Ebdulfetah el ehmed