RIHA – Çalakiya malbatên, ji bo bibin dengê zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de li avahiya Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) ya Riha dest pê kirin, diroja 6’emîn deye.
Gelek welatiyan dayikên di çalakiya nobetê de ziyaret kirin. Dayikan gotin: “Heya tecrîd neşike, emê li ber xwe dibin. Bêyî ku em bêzar bibin emê berxwedana xwe dewam bikin.”
Hevjîna Mûstafa Ûmûtgan ê ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê di greva birçîbûnê de ye Remziye Ûmûtgan jî, diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, gihane sînorê mirinê û wiha axivî: “Desthilatdar hîna jî xemsar nêz dibe. Hûnê nekarin berdêla cenazeyên ji girtîgehan derkevin bidin. Baş zanibin ku destên me di pistûya we de ne. Êdî sebra me nemaye. Ger kevirê sebra me biqete, êdî hûnê nikarin pêşiya me bigire.”
DÎLOK
Çalakiya dayikên li avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Şahînbey a Dîlokê jî di roja 2’yan de dewam kir. Dayikên çalakiya xwe didomînin, diyar kirin ku heya daxwazên zarokên wan bên qebûl kirin, dê her roj di navbera saetên 13.00 û 17.00’an de çalakiya nobetê li dar bixin.