Ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê û rojiyên mirinê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyê ya kantona Kobanê meşek berbi sînor pêk tê. Bi dehan Ciwanên Kobanê û gel beşdarî meşê bûn. Di meşê de weneyên çalakgerên rojiyên mirinê hatin hilgirtin û dirûşmeyên ji bo berxwedanê hatin avêtin.