NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Ciwanên Welatparêz li herêma Cûma ya Başûrê Kurdistanê li ser dîwar û rexên rê nivîsên şermezarkirina hevkariya Tirk a dagirker, dîsa protestokirina tecrîdê û piştevaniya bi çalakvanên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê re nivîsandin.
Li ser dîwaran nivîsên weke ‘Li dijî îxanetê serî hilde’, ‘Ji bo azadiya Serok Apo serî hilde’ , ‘Bimre îxanet’, ‘Bijî PKK’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate nivîsîn.
Her wiha endamên Ciwanên Şoreşger ên Başûrê Kurdistanê jî li Kerkûk ala dewleta Tirk a dagirker şewitandin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin.
Ciwanan Şoreşger li ser çiyayê herî bilind ê Ranya hatin ba hev û ji bo piştevanîkirina bi berxwedêrên zindanê re guleyên hewayî avêtin û dirûşa ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ qîr kirin.