NAVENDA NÛÇEYAN – Servîsa Îngilîzî ya ajansa me Nûçe Ciwan dest bi weşanê kir. Bûyerên girîng ên di asta ciwanan de li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin wê êdî bi zimanê Îngilîzî jî bên ragihandin.
Navnîşana servîsa Îngilîzî ya Nûçe Ciwan wiha ye: www.nuceciwan-english.com
Ajansa me ya Ciwanan Nûçe Ciwan ku di bin şiyara “Bi dînamîzma ciwantî, li ser şopa heqîqetê” bi Kurmancî, Tirkî û Erebî weşan dike niha jî dest bi weşana xwe ya îngilîzî kir.