AMED – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Ji bo bal kişandina li ser berxwedanên grevên birçîbûnê li navçeya Amedê Rezanê di pêşengtiya Meclisa Ciwanên HDP’ê meşek bi meşaleyan pêk hat.
Meşa ku di pêşengtiya ciwanan pêk hat gelek welatî jî beşdar bûn. Di meşê de sloganên wek “Bijî Berxwedana Zindana” hatin berzkirin û ciwanan fîşekên hewayî teqandin.