COLEMÊRG – Li Rûbarokê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hêzên Gerilla li dijî wargeha Sari Botin ya leşkerên dagirker çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyê de 5 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin.
Li gorî agahiyên herêmî gerilayên HPG û YJA-Star li ser sînorê Başûrê Kurdistan li dijî wargeha Sari Botin ya leşkerên dagirker ên tirk çalakiyekek pêk aniye. Tê gotin ku di encama çalakiyê de 5 leşkerên dagirker hatine kuştin.
Her wiha doh evarî û îro sibehê di medyaya dewleta dagirker a tirk û ya îttîfaka Akp-Mhp di hat gotin ku li wê herêmê 2 leşkerên wan hatine kuştin.
HPG der barê çalakiyê tu daxuyanî ne daye.