AMED – Weşanên Aramê 6 pirtûkên nû weşand û gihand xwendavanan. Pirtûkên ku bi cûreyên mîna pêkenok, lêkolîn, ceribandin û bîranîn hatine nivîsandin, nîvîskar û navê wan wiha ne; Huseyîn Aykol “Îlgînç Zamanlarda Yaşamak”, Arîf Altan “Civali Zarlar”, Stellan Vinthagen “Şîddete Dayali Olmayan Eylem Teorîsî”, Ozgur Gurbuz “Mîtolojîk Gerçeklîk” û M. Nurî Ozen “Kabînede Evrîm Teorîsî” û “Ozgur Yaşamin Înşa Diyaloglari” li refan cihên xwe girtin.
“ÎLGÎNÇ ZAMANLARDA YAŞAMAK”
Di “Îlgînç Zamanlarda Yaşamak” de beşên jiyana kedkarê Çapemeniya Azad ê salên dûr û dirêj Huseyîn Aykol bi xwendekaran re tê parvekirin. Ji ber ku di pirtûkê de jînenîgara Aykol a 30 salan tê vegotin di heman demê de pirtûk jînenîgara Çapemeniya Azad e jî.
“OZGUR YAŞAMI ÎNŞA DIYALOGLARI”
Di ‘Ozgur yaşami înşa diyaloglari’ de bersivên nivîsandî yên têkildarî nêrînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên nirxandin. Nivîskar bi armanca ku diyaloga heyî kûr bike nivîsên dahûlîner, akademîsyen, nivîskar, şoreşgerên ku bi nêrîna Ocalan re elqedar dibin di pirtûkê de anîne cem hev.
“CIVALI ZARLAR”
“Civali Zarlar” jî ji nivîsên cerebê yên nivîskar Arîf Altan ku di quncikên rojname û malperên înternetê de bi ecibandî tên xwendin pêk tê.
“ŞÎDDETE DAYALI OLMAYAN EYLEM TEORÎSΔ
“Şîddete dayali Olmayan Eylem Çalişmalari” ku nivîskar Yazar Stellan Vinthagen nivîsandiye jî encama nîqaşên ku di semînerên “Şîddete dayali Olmayan Eylem Çalişmalari” ên Nordik e.
“MÎTOLOJÎK GERÇEKLÎK”
Di “Mîtolojîk Gerçeklîk” de rastiya mîtalojiyên ku bi hezar salan e civakan areste dikin hatiye nivîsandin. Nivîskar bi nirxandinên xwe dihêle ku mirov bi çavekî din li mîtolojiyan binêre.
“KABÎNEDE EVRÎM TEORÎSΔ
Di “Kabînede Evrîm Teorîsî” de jî M. Nurî Ozen ku ji ber sedemên polîtîk di girtîgehê de ye aliyên girtîgehê yên ku nayên zanîn bi awayekî pêkenok derdixe pêşberî xwendevan.