KOCAELÎ – Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya Guven di roja 189’an de didome. Di 1’ê Adarê de jî jî bi hezaran dest bi greva birçîbûnê kiribûn. A niha 30 girtî jî di rojiya mirinê de ne.
Malbatên girtiyên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, cara 35’an li pêşiya Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Parlementera Wanê Mûazzez Orhan û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Polîsan tirkên dagirker nehiştin malbat nêzî girtîgehê bibin. Polîsan tirk ên dagirker dora dayîkan girtin û nasnameyên wan ji wan stendin. Dayika bi navê Sûltan Bozkûrt ji polîsan re got ku “Dayik du roj in li meclîsê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Hûn tehamul nakin ku em li vê derê rûnên” û nerazîbûn nîşanî polîsên tirk ên dagirker da.
Polîsên tirk ên dagirker gef li malbatan xwarin û êrîşî girseyê jî kir.