NAVENDA NÛÇEYAN – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de KCD’ê bal kişand ser hişmendiya bişavtîner, yekparêz a dewleta Tirk û got, “Tişt ku Anatolyayê dike Anatolya çand, ziman, kevneşopî û baweriyên gelên qedîm ên vê xakê ne. Lê mixabin ev dewlemendî hatin tinekirin.”
‘KURD LI ZIMAN Û XAKA XWE XWEDÎ DERDIKEVIN’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Li ser zimanê Kurdî û gelê Kurd tinehesibandin, tinekirin û bişavtineke mezin heye û ev hê jî bi tundî tê domandin. Lê belê li dijî vê polîtîkaya tundî, tinehesibandin, tinekirin û bişavtinê gelê me, di nav berxwedaneke mezin de ye. Gelê Kurd ji bo jîndarkirina zimanê xwe ku weke sedema hebûna xwe dibîne, têkoşîn û berxwedaneke mezin dide; xwedî ziman, çand û xaka xwe derdikeve.
Tevahiya gelên Kurdistanê ji vê berxwedana mezin wêrekî digirin û ji parastina hebûn, ziman û çanda xwe berxwedaneke bêhempa didinn ku ji Rojhilata Navîn a demokratîk re bibe ronahî rehber.”