ŞÊLADIZÊ – Balafirên şer yên dagirkeiya dewleta Tirk îro di derdora saet 11.30’an de derdora qezaya Şêladizê û Kurejehroyê bombebaran kir.
Li gorî dîmen û wêneyên ku bi dest ketiye bombebaran li nêzî cihên sivîl çêdibe.
Li gorî agahiyan bombebarana li herêmê hîn jî dewam dike.
Têkildarî zirer û ziyanê bombebaranê ti agahiyeke zelal bidest neketiye.
Hêjayî bibîrxistinêye ku duh di navbera komelgeha Qediş û navçeya Amadiyê de balafireke keşfê ya Tirk ketibû û piştî wê herêm ji aliyê balafirên şer ve hatibû bombebaran kirin.