SILÊMANIYE – Li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger di roja 154’emîn de didome. Her wiha Merwan Memduh Ozdemîr jî li dijî tecrîdê 3 rojin di rojiya mirênê de ye.
Endamên Komeleya Gêncanî Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Gêncani Têkoşer li Silêmaniyê çûn serdana çalakgerên li Komela Karkerên Mezopotamya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne.
Merwan Memduh Ozdemîr pêşwaziya Gêncani welatparêz kir. Ozdemîr xêrhatina gêncani welatparêz kir û diyar kir ku di civakê de rola ciwanen diyare û ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman.