NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH’ê bal kişand ser pêşeng û rêberên berxwedana 18’ê Gulanê û got, “Vê berxwedanê, gelên me ji tinebûn û bêvînbûnê rizgar kir.”
Daxuyanî wiha ye:
“18’ê Gulanê, roja ku me, rêberên TKP/ML-TÎKKO’yê Îbrahîm Kaypakkaya, kadro û rêberên pêşeng ên PKK’ê Heqî Karer û Halîl Çavgûn, têkoşerên PKK’ê Ferkat Kurtay, Eşref Anyik, Mehmet Zengîn û Necmî Oner ber bi nemiriyê ve oxir kirî; roja berxwedan, fetihkirina pêşerojê ye. Manîfestoyeke berxwedanê ye! Em di salvegera nemirbûna wan de, bi rêzdarî wan bibîr tînin û sozê ku em ê mîrasa wan weke ala serkeftinê berz û bilind bikin, dubare dikin.
Van pêşeng û rêberan, hem ji bo me, hem jî ji bo mirovahiyê çandeke bi rûmet a berxwedanê li pey xwe mîras hişt. Van şoreşgerêm mezin ku bi hevgirtin û yekbûna gotin û kirina xwe ji her kesî re bûyî mînak, dîrok baş xwendin û destxwedaneke di cih de li dem û dîrokê kirin, herîkîna dîrokê guhertin. Xwe nespastin ti hêz û derfetan; ji hêza xwe, ji bawerî û vîna xwe bawer kirin.
Ev rêberên me, xwedî wê baweriyê bûn ku şoreş bi çeka şoreşgerî pêk bê. Bername, stratejî plansaziyên xwe yên têkoşîn û berxwedanê li gorî vê çêkiribûn û li Kurdistanê di pêşxistina têkoşîna gerîla de bi israr bûn. Van pêşeng û rêberan çawa bawer dikir, wisa jî jiyîn û şer kirin.
Haqî Karer ê weke şoreşgerekî Tirkiyeyî, weke Kaypakkaya bi israyên xwe yên nêrîna şoreşgerê enternasyonalîst cihê xwe di dîroka tevgera me ya şoreşgerî de girt. Haqî Karer ê yek ji kadroyên me yên damezrêner ê PKK’ê, 18’ê Gulana 1877’an tevlî karwanê şehîdan bûye. Wî siberoja şoreşa Tirkiyeyê di şoreşa Kurdistanê de dît. Berê xwe da şoreşa Kurdistanê. Li vir bû vîn. Ji bo pêşxistina şoreşa Kurdistanê ked da, seknekî rêbertiyê raber kir.
Halîl Çavgûn ê bi xeta têkoşîna bi çek a PKK’ê hatî naskirin, 18’ê Gulana 1878’an şehîd bû. Weke endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê di pêşxistina rêxistinê de rolek taybet lîst.
18’ê Gulana 1982’an weke topa agir a di dîrokê de bi ‘Çaran’ tên zanîn, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mehmût Zengîn, Necmî Onen bûn nemir. Li himber dîktatoriya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê ya îmha, tesfiye, helandin, perçiqîn, şikandina vînê û xeta teslîmyetê bûn bendek ji agir. Di berxwedana zinadana Amedê ya heta pêvajoya şgerê gerîla û serhildanan seknekî fedayî nîşan da û ji ber vê ‘Çaran’ bi berxwedana xwe roleke dîrokî lîst.
Berxwedana ji Kaypakkaya heta Hakî û xwe digihîne ‘Çaran’ ku ji cihên cuda herikîn heman oqyanosê, dîrokekî herikbar e. 18’ê Gulanê ji bo vê manîfestoyeke.
Ne faşîzam 12’ê Gulanê û ne jî faşîzma 12’ê Îlonê nekarî vîna berxwedêran bişkîne. Rêber şorşger û şervanên şoreşeger ên serî li ber faşîzmê netewandin, bûn sembol. Li nava refên karker, kedkar û hejaran bû xwedî bawerî. Serhildana şoreşgerî ya 71’ê, mercên bilindkirina şoreşa 75,80’yê bû.
Di berxwedana 82’yê ya amedê têkoşîna gerîla û serhildanan berxwedana demokratîk a neteweyî ya Kurd xurt kir, vejand. 18’ê Gulanê di wateya dîrokî de ev e. Ev derketina dîrokî îr di dijî faşîzma AKP-MHP’ê bi wate bûye.
Bi pêngava xwe ya ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin, Tirkiyeyê demokratîk bikin, berxwedana 18’ê Gulanê di qonaxeke nû de didome. Manîfestoya şoreşgerî ya 18’ê Gulanê di pêvajoya krîtîk a em têre derbas dibin, rê nîşanî tevgera şoreşgerî û gelê me dide. Şehîdên 18’ê Gulanê bibîr tînin, berxwedanê bilind bikin û hesab ji faşîzmê bixwazin.”