STENBOL – Polîsên dagirker ên Tirk li dijî Navenda Çanda Îdîl a li Taxa Mahmût Şevketpaşa ya semta Okmeydani ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê operasyon pêk anî. Helîkoptera polîsên dagirker ên Tirk jî piştgirî da operasyonê.
Di operasyonê de, gelek kesên li navenda çandê hatin binçavkirin. Derbarê naveroka operasyonê de hîna tu agahî nehatin dayîn.