STENBOL – Li Qada Kalkedonê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan du jinên ciwan çalakî kirin.
Di çalakiyê de jinan anî ziman ku parlementerek ev 180 roj in li dijî tecrîdê di grevê de ne û gotin: “Leyla Guven rûmeta me ye. Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne.”
Her du çalakvan ji aliyê polîsên dagirker ên Tirk ve hatin destgîrkirin.