KOBANÊ – Ev demeke li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji aliyê ciwanan ve çalakiyên cur be cur pêk tên. Herî dawî dengê ciwanan li dijî tecrîda derveyî mirovatî li Rojavayê Kurdistanê bilind bû.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û endamên Yekitiya Jinên Ciwan li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo berxwedana grevên birçîbûnê rojiya mirinê bilind bikin bere xwe dan ber sînorên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li axa Kurdistanê hatiye bilindkirin û çalakiyên protetoyê pêk anîn. Di êncamê de gelek caran di navbera ciwanan û artêşa dewleta Tirk a dagirker de pêvçûn rû dan.
Di derheqê mijarê de me bi ciwanên Kobanê ya ku bênavber di nav berxwedanê de ne hevpeyvînê kir û ciwan sedema çalakiyên xwe anîn ziman.
Ji ciwanan Cîlo Kobanê sedema çalakiyên xwe wiha tîne ziman û dibêje; “Em di destpêkê de tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Em bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo di vir de ne. Em vê tecrîdê qebul nakin. Em piştgiriyê didin greva birçîbûnê yên Bakurê Kurdistanê. Dewleta Tirk a faşîst bi sîstema kapîtalîzmê êrîşê li ser ciwanan dike, şerê taybet dimeşîne. Li dijî vê dewletê ciwanên Bakurê Kurdistanê rojane berdewam dikin çalakiyên xwe, berxwedanî dewam dike. Ji bo grevên birçîbûnê, rojiyên mirinê bigihêje serkeftinê em jî wek ciwan berxwe didi, ta ku gihîşt encamê. Em jî wek ciwan îro derdikevin ser sînor em bi ciwanên Bakurê Kurdistanê re piştgirî hev. Em çim ali ser sînoran van çalakiyan dikin? Ji ber ku em van sînoran qebul nakin, ax axa me ye. Tu kes nikare me ji axa me qut bike an jî sînoran dayne. Em vê tiştê li ser xwe qebul nakin.”
Cîlo wek dawî dibêje ku “Em ê berxwedanê xwe heya dawî bidomînin û çalakiya xwe bênavber bidomînin. Em bang hemu ciwanan jî dikin ku beşdarî çalakiyan bibin û em bi hev re tecrîdê bişkînin.”
Endamê Ciwanên Şoreşger Davut Kobanê jî ji bo çalakiyên xwe dibêje; “Em çalakiyên xwe didomînin. Bi wan çalakiyan em piştgirî didin hemu ciwanan. Em bi van çalakiyan zilma li ser xwe bişkînin. Ji bo greva birçîbûnê, rojiya mirinê em bêdeng namînin. Em ê bi çalakiyên xwe sînoran biqetînin. Ev sînorên di navberê me de em tu carî qebul nakin. Em ê heya dawî jî berxwe bidin û vê tecrîdê bişkînin.”
Ji ciwanên Kobanê Fîraz Muhammed jî bal dikşîne li ser çalakiyên xwe û dibêje roj bi roj çalakiyên wan ê li dijî tecrîdê bidome. Mînaka berxwedana Kobanê ya ku Gelê Bakurê Kurdistanê sînor parçe kirin û derbasî Kobanê bûn û berxwe dan dide û dibêje; “Em ê bi ciwanên Bakurê Kurdistanê re denge xwe bikin yek û tecrîdê bişkînin.”