“Hin cudahiyên aliyên xwe ên taybet yên dîroka dewleta tirk ji dîroka dewletên din hene. Di vir de yê her giring ku derdikeve pêş xiyanet e.
Di dîroka xwe ya hatiye nivîsand bi quretî behsa lista xiyanetên xwe dike, bi rûpelan tijî dîrokên xiyanetê hene, yekem pirsa ku mirov ji xwe dike “Ewqas xiyanet çima û çawa kirine?”.
Çawa ji kesên ku destê hevaltî dirêji wan kiriye bi awayekî quretî behsa xiyanetê ku wan lê kiriye dikin. Îxtmaleke ku gelên li Asya Navîn jiyan dikin ev xiyanetê wan ditiye û bi demê re wan ji Asya Navîn qewitandine. Dema ji Asya Navîn tê qewitandin, cihê wan gruban ku lê bimin namine, ew jî tên Anatolia û Mezopotamya. Ger ev hatina wan bê lêkolînkirin wê asta xiyaneta wan zelal bê ditîn. Rewşa piştî vê mirov dikare bi wan gotinan bine ziman; “Yavuzê diz, xwediyê malê diqewitine.”.
Piştî şerê Melezgirt di sala 1071’an têkliliyên Tirkan bi gelên Rojhilata Navîn hertim wiha wusa bu. Hertim li ser esasê berjewendiyên xwe beyî ku çavê jê re bigre xiyanetê kirin wek taybetmendiyek karekterê faşîzma tirk e.
Bixwe tecrubê kiriye, xiyanetê wek mijarek hebûn û nebûnê li ser gelê herêmê ferz dike û pêş dixe, ji bo hebûna xwe biparêze. Xiyanet û îxanetkariyê pêşxistiyê, di vir de dema dit ku ew dikare hebûna xwe baş biparêze, bi hemû hêza xwe xwe sipart vê rêbazê.
Rewşa herî dawî de, dema dagirkeran li ber operasyonên gerila yên şoreşgerî li Zagrosan gelek wendahî dan, ji bo wendahiyên wan neyê ditîn senaroyekê amadekirin. Bi manşeta “Bedirhan kûjerê zarokan hate girtin” xwestin operasyona hişmendiya taybet di nûçeyên xwe bide avakirin, ev rewş 24 saetan nedomiya derket rûyê rojê.
HPG-BIM di daxuyaniya xwe de vekirî der barê bûyerê de rastiyan derxist holê û medyaya hevkar jî ku rûyên kesên hatin nîşandayî ew dijminantî, û xiyanet çawa bi dawî dibe derxist holê.
Di Îlona 2018’an 3 kesên ku li dijî gelê xwe derbasî refên xiyanetê bûn, piştî 8 mehan wek sankî bûyerek nû hatin servîskirin ev operasyona hişmendiyê nîşan dide û di bûyerê de bi awayekî zelal xiyaneta klasîk ya tirk tê ditîn.
Kesên dikevin tela xiyanetê, dema wextên wan tê bi çarekê tê teşhîrkirin û davêjin rastê, ev wek diyariya bûyerê ye.
Demdirêj mijarek ku tê bikaranîn; “xiyaneta bi piştgiriya malbatê” û di projeyên wan ên kesên dikevin telên wan çawa yek bi yek tên xerc kirin mirov dikare di vir de bibine…
Xiyaneta ku xistiye damarê hin kesan, “ev kesana dikare çi bike” helbet hişê dewleta faşîst ya tirk başe dizane. Ji ber vê kesên ku ketiyê ber destê wan, û wan ev kesana bi xiyanetê derzîkiri, wan helbet rê li ber girtiyê ku rojekê dikare li wan vegere. Ev wek rêbazekî bikartine ji bo tekerê bênavber bizivirine.”
Harun XWEZA