NAVENDA NÛÇEYAN – Festîvala Hasan Kizilere a Çand û Sporê ya Ciwanan ku ev 12 sal in li Swîsre tê kirin îsal li kantona Solothûrnê wê were çêkirin. Festîval 18’ê Gulanê saet 12.00’an li Hans-Huber-Strase 41-43, 4500 Solothurnê wê dest pê bike. Festîval ji hêla aktivîstên ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad ve tê amadekirin.
Hasan Kızıler Tevgera Azadiya Kurd nas kir û di nava xebatên Stêrka Ciwan ma. Dema ku dît li nav modernîeya kapîtalîst wê ji bo gelê xwe ne zêde sûdewar be, di sala 1995’an berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û nav refên PKK’ê. Hê gerîlayekî 1 mehî, ji hêla balafirên şer ên dewleta Tirk ve li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bû li gel 7 hevalên xwe.
FESTÎVAL DIYARÎ ŞEHÎD DIJWAR AGIR TÊ KIRIN
Festîval bi dirûşma, “Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin, Rêbertî azad bikin” wê pêk were û diyarî Şehîd Dijwar Agir tê kirin. Şehîd Dijwar Agir ji Swîsreyê tevlî nav Tevgera Azadiyê bûye û Îlona 2018’an şehîd bûye.
BERNAMEYA BEFIREH YA FESTÎVALÊ HEYE
Di festîvalê de wê stranbêjên wek Çetîn Oraner, Serhan Çarnewa, Medî, Yûnus Pîran, Seyda Perînçek derkevin ser dikê. Her wiha Koma Folklorê ya Swîsreyê jî wê hazir be û ji bo zarokan jî wê qadên lîstikê hebin. Her wiha sînevizyonek hatiye amade kirin. Di sînevizyonê de serî de berxwedanên grevên birçîbûnê, rojiyên mirinê û berxwedanên dayikan ên ku pêşengiya şikandina tecrîdê dikin cihe xwe digrin. Festîval bi cureyên werzîşê, mîna voleybolê, tenîsa maseyê û fûtbolê ji milê komîteya amadekar hatiye dewlemendkirin.
Komîteya Amadekar serî de ciwan, bang li gelê Kurd ê Swîsreyê û dostên Kurdan kir ku tevlî festîvalê bibin.