AMED – Cenazeyê Nevaf Kortak (Baran) ku di pevçûnên êdetirî hefteyeke li Dêrsimê didomin de jiyana xwe ji dest da, tevî hemû astengiyên polîsan hat veşartin. Kortak, di pevçûna 2’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Paşê cenazeyê wî anîn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Piştî rayedar li malbatê geriyan, malbat di 13’ê Gulanê de ji Bismila Amedê çû Meletiyê û cenazeyê Kortak duşema borî wergirt û anîn Bismilê.
Dema malbatê cenaze ji Meletiyê dianî Bismilê, di rê de tim bi astengiyên polîs û leşkeran re rû bi rû maye û cenaze 6 saetan dereng anîne Bismilê. Di rê de ferdên malbatê tim hatine sekinandin û nasnameya wan hatiye kontrolkirin. Her cara hatine sekinandin, polîs û leşkeran di bin navê lêgerînê de tabût vekirine û kontrol kirine.
‘HÛN NIKARIN LI MIZGEFTÊ BIŞON’
Malbatê bi şev cenaze aniye Bismilê. Ji bo wecîbeyên olî pêk bên cenaze anîne Mizgefta Medîneyê ya li Taxa Sanayiyê. Lê belê polîsan bi wesayîtên zirxî mizgeft dorpêç kiriye û astengî ji malbatê re derxistine û gotine: “Hûn nikarin li mizgeftê cenaze bişon. Divê meleyên bi kadro cenaze neşon.” Li ser vê ferdên malbatê bertek nîşandan û li ser israra malbatê polîs bi paş ve kişiyane. Paşê ferdên malbatê û meleyek cenaze şûştiye. Lê belê ji ber zext ûz oriyên polîsan wecîbeyên olî tam pêk nehatine û cenaze li Goristana Akpinarê hatiye veşartin.
Her wiha polîsan nehişt taziyeya Kortak li mizgeftê jî bê danîn. Li ser vê malbatê li hewşa mala xwe ya li Taxa Sanayiyê taziye danî. Li vê hewşa ku werdek û mirîşk jî lê dijîn, duh mewlût hat dayîn û taziye bi dawî bû.