NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyonên hêzên wan li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li bajaroka Şihêl a gundewarên Dêrazorê û navçeya Holê ya kantona Hesekê civîneke çapemeniyê li navçeya Şedadê lidar xist. Ji fermandarên QSD‘ê Dijwar Heleb û Aryan Qamişlo ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêngava li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê di 15‘ê vê mehê de ragihand. Di çarçoveya pêngavê de 180 km û ferehiya 80 km hate paqijkirin. 500 QSD‘ê beşdarî pêngavê bûn.
Armanca pêngavê tinekirina şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ‘ê li Dêrazorê ku bi salan şerê QSD‘ê dikirin û niha jî bi awayekî veşartî dixebitin e.
Operasyonên me yên li dijî şaneyên veşartî bi îsrar û hêza xwe berdewam in.”