NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) ragihand ku Yekîneyên wan yê Tolhildana Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina li ser berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê rêçalakî li Amedê pêk anîne.
Detayên çalakiyan wiha ne:
Şeva 14’ê Gulanê Yekîneyên me li navçeya Surê li kolana Îskender li dijî kesên ku maddeyên hişbir difiroştin û li hember dikana wan têkoşîn kiriye. Bi encama çalakiyê ve gel piştgirî da û diyarkirin ku ew wan kesên ku maddeyên hişbir nav civakê belav dikin naxwazin, bi sloganan ev kesana şermezarkirin.
Di 15’ê Gulanê di saetên evarî de Yekîneyên me li navçeya Rezanê bi fîşekên hewayî çalakî lidarxistin. Piştî çalakiyê dijmin herêmê xistine bin dorpêçê, Yekîneyên me bi awayekî rêk û pêk ji herêmê derketine.
16’ê Gulanê Yekîneyên me disa li navçeya Rezanê li gelek kolanên cuda li ser dîwaran nivîsên li dijî tecrîdê, dagirkeriyê û ji bo bilindkirina berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê nivîsandine.