RIHA – Di saetên şeve de li çoltara Xalfetî ya Rihayê polîsên tîmên taybet yê dewleta Tirk a dagirker derketin operasyonê. Di operasyonê de di navbera hêzên gerillayên HPG/YJA STARê û polîsên timêne taybet de şer derket. Di encam de polîsekî tîmên taybet ê dewleta Tirk a dagirker mir û 2 polis jî birîndar bûn.
Piştî şer derket gelek polîsan û maşineyên zixî sewqî herêmê kirin. Cenazeyê polîs rakirin morma Nexweşxaneya Mehmet Akif İnan a Rihayê. 2 polîsên birîndarbû jî rakirin nexweşxaneyê.