KELAR – Li navçeya Kelar a Germiyanê Herêm Mehmûd li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Endamên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ji bo piştgiriyê çûn serdana Herêm Mehmûd. Herêm Mehmûd xêrhatin ciwana kir û eşkere kir ku serdana ciwanan moral da wî.
Herêm Mehmûd di axaftina xwe de bang hemû ciwanan kir ku ji bo civaka xwe xebatê bikin û xwe bi rêxistin bikin.
Li ser navê ciwanan jî Kurdo Pênciwênî axivî û ji hemû çalakgerên li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê re serkertin xwest û bang li ciwanan kir ku piştgiriyê bidin berxwedana dayik û çalakgeran.
Ciwanan weke xelat laçik spiyek dan Herêm Mehmûd.