ŞENGAL – Korîdora mirovî ya ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya 2014’an de ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve ji bo xelkê Şengal hatî vekirin, di 15’ê Kanûna 2018’an de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hate girtin. Tevî hemû hewldanên xelkê Şengalê jî hîn nehatiye vekirin û rê nayê dayîn xelkê Şengalê pêwîstiyên xwe ji Rojava bînin û koçberên Êzidî yên li Wargeha Newroz jî vegerin li ser warê xwe.
Ji bo korîdor vebe îro careke din bi seden Şengalî berê xwe dan sînorê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de. Tevî ku artêşa Iraqê ji bo gel dawî li çalakiyan xwe bînin gule li ser girseyê re reşand jî lê gel çalakiya xwe berdewam kirin.
Li ser daxwaza gel, berpirsên sînor ji bo vekirina sînor li pêşiya çapemeniyê soz dan ku li rojên pêş de korîdar were vekirin.
Berpirsê Ewlekariya Nîştimanî ya li Şengalê Neqîb Nûhad têkildarî vekirina korîdorê ji Rojnews’ê re axivî û got; “Ji xwe ev demek dirêje kar li ser vekirina vî derî têkirin. Karê me berdwam dike. Li gel rêvebriya Bakûrê Sûriyê jî me li hev kiriye û hemû amadekarî hatine kirin, lê tenê ji bo ofîsa me ya li ser sînor hinek pêwîstî hene. Em di nava hewildana de ne ku di nava van herdu rojên pêş de bi awayekî fermî vekin. Em û YBŞ’ê bi hev re Rêveberiya Derî bikin. Ji bo ku gel bi hêsanî bikare çûnûhatina xwe bike.”