STENBOL – Malbat û dayikên ku bi armanca daxwaza zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de bilind bikin û balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li pêş Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê her roj kom dibin, îro jî çalakiya nobetê berdewam kirin. Dayikên ku li Rawestgeha Otobusan a Sîteya Zarokan a li ser Rêya E 5 kom bûn; xwestin bimeşin. Parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) jî hatin cem dayikan bûn û piştgrî dan dayikan. Dayikên ku li rawestgehê kom bûn û xwestin bimeşin rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan diyar kir ku biryara qeymeqamiyê heye û çalakiya meş û xwepeşandanan qedexe ye û astengî derxistin. Parlamentera HDP’ê Zuheyha Gulum jî anî ziman ku daxuyaniya çapemeniyê ne girêdayî destûr ê ye û kengî li ku bixwazin wê li wir daxuyaniyê bidin.” lêdîsa polîsan destûr nedan.