DARMSTADT – Endamên Jinên Ciwan ên Azad û JXK li Darmstadtê ji bo bal bikşine li ser berxwedanên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê û bêdengiya navnetewî şermezar bike li 3 cihên cuda çalakî pêk anîn.
Li 3 cihên cuda jinên ciwan kordona sor kişandin û li derdora wê belavokên li ser berxwedanên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê daliqandin. Çalakiyên ku bi şiyara “Ne Birçîbûn, bêdengî dikjuje” li 3 navendên Darmstadtê, destpêkê li zanîngeha bajarê pêk hat. Di heman demê de belavok jî hatin belavkirin.