Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li qada Gabarê ya Şirnexê gihiştin şahadetê eşkere kir.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“Di 15’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li qada Gabarê ya Şirnexê tevî balefirên hewayî yên bêmirov li qadê operasyonek dane destpêkirin. Yekîneyeke me ya li qada operasyonê rastî leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine û şer çêbûye. Artêşa Tirk a ku ji bejahiyê ve nekarî biçe ser hêzên me, bi balefirên şer qad bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de hevalê me Canfeda (Mehdî Daniş) û Kendal (Enes Bîçer) şehîd bûne.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Canfeda Serxwebûn
Nav û paşnav: Mehdî Daniş
Cihê jidayîkbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Heznî – Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Gulana 2019’an/Gabar
***
Nasnav: Kendal Gabar
Nav û paşnav: Enes Bîçer
Cihê jidayîkbûnê; Êlih
Navê dê û bav: Taybet – Mehmet Emîn
Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Gulana 2019’an/Gabar”