REQA – Bi boneya Roja Şehîdan Meclisa Ciwanên Reqayê îro merasîmek li Hola Tac, bi beşdariya bi dehan ji ciwanên malbatên şehîdan, endamên Meclisa Gel, komînên girêdayî Reqayê û gundewarên wê ve li dar xist.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê yek ji endamên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Delal Derwîş axivî û rola şehîdan di gihandina azadiya gelan û jiyana bi rûmet de, her wiha bilindahiya cihê şehîdan, anîn ziman.
Delal di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ku ne ji berdêlên şehîdan bûya, em ê îro ne li vê deverê bûna, her wiha ku ne ji berdêlên şehîdan bûya ew ê xaka me ji terorê nehatiba rizgarkirin, ji ber vê yekê divê em parastina destkeftiyên ku bi saya berdêlên şehîdan hatine bidestxistin, bikin.”
Endama (MSD) Delal di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna hemû armancên, ku di oxira wan de canê xwe dane da.
Piştî bidawîkirina axaftinan sloganên “Bijî berxwedan, têkoşîn, em ê li djiî hemû planên dijberiya azadiya gelan dikin rawestin û şehîd namirin” hatin berzkirin.