STENBOL – Ji bo bal kişandina li çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku bi pêşengtiya Leyla Guven hatine destpêkirin Meclisa Ciwanên Stenbolê ya HDP’ê bi sedan belavokan ji avahiyek bilind firandin nava kolanan.
Ciwanan li navçeya Avcilarê ya Stenbolê ji bo bal kişandina li ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê belavokên bi sernivîsa “Şikandina tecrîdê û bidawîkirina grevên birçîbûnê di destê te de ye” li avahiyek bilidn firandin nava navenda bajar. Çalakî bala welatiyan kişand û bandora xwe li ser wan kir.