FARQIN – Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Yekîneya Tolhildana Şehîd Baran Mawa ku girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) e li Farqinê li ser gelek dîwaran çalakiya nivîs û sloganan nivîsandin pêk anîn.
Di saetên evarî de endamên Yekîneya Tolhildana Şehîd Baran Mawa daketin qadan û li kolana Bahçelievler li ser gelek dîwaran nivîs û sloganan nivîsandin. Nivîs û sloganên wek “Kesên Nemir tên”,”Em hertim li vir in”,”PKK, HPG û DGH” hatin nivîsandin.