Dayikên ku li Gebzeyê ji bo xwedîderketina li zarokên xwe yên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne çalakiyan dikin, dibin hedefa êrîşa polîsên dabirker ên Tirk. Dayikan li Edliyeya Kocaeliyê îro giliyê polîsên dagirker ên Tirk kirin. Dayikan li ber edliyeyê daxuyanî dan û êrîşên polîsan dagirker ên bi kîn û nefret şermezar kirin. Dayikan diyar kirin, çalakiyên wan wê bidomin û gotin, êrîşên tên kirin ji bo têkbirina çalakiyên wan e.
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî diyar kir, êrîşên li dijî dayikan nîşaneya helwesta hikumetê ya li gelê Kurd e.