NAVENDA NÛÇEYAN – Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, ji bo balê bikişînin çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê di roja 2’yemîn de li parqa li ser Kolana Mîllî Egemenlîkê li hev kom bûn û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan û endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwara (TÛAY-DER) jî piştgirî dan çalakiya dayikan. Li ser navê dayikan Zekiye Kaya daxuyanî da û diyar kir ku ji êrîş, mirin û girtinê natirsin û wiha got: “Em wek dayik naxwazin zarokên tu dayikê bimirin. Divê rayedarên gavên pêwîst bavêjin. Rewşa çalakgeran her ku diçe krîtîk dibe. Bila hemû dayik destê xwe bidin hev. Em ji bo zarokên xwe têdikoşin. Heta ku tecrîd rabe û daxwazên girtiyan û Leyla Guven bên qebûlkirin em ê çalakiya xwe bidomînin.” Dayika çalakiya xwe bi dûrişmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Leyla Guven rûmeta me ye.”
‘LI BENDA ÇI NE’
Li Edeneyê jî malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê roja 12’yemîn li Parqa Îsmet Înonuyê li hev kom bûn û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, rêveberên HDP’ê û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) piştgirî dan çalakiya dayikan. Lê bi hatina parqê re polisan dora dayikan dorpêç kir. Li gel vê yekê jî dayikan çalakiya li dar xist. Dayika Vesîla Ûlaş bal kişand ser rewşa çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û ev tişt got: “Hin çalakger êdî xwîn divereşin. Heyfa ewqas mirovan nîne? Bila bersiv ji daxwazên dayikan re bê dayîn. Hê li benda çi ne. Paldankên xwe difikirin. Kurê min ji 120 kîloyî daketiye 53 kîloyan. Em êdî mirinê naxwazin. Bila kes êdî negirî. Dema em mirina leşkeran jî dibihîzin kezeba me dişewite. Em aştiyê dixwazin. Êdî bes e.” Dayikan çalakiya bi dûrişmeya “Bijî berwedana zindanan” bi dawî kir