NAVENDA NÛÇEYAN – Li gundê Sedaweî yê ser bi bajarê Hewlêrê balafirek bê mirov kete xwarê. Niha cihê ku balafir ketî xwarê, ji aliyê hêzên dijî teror ve hatiye dorpêç kirin. Hêzên dijî terorê li benda tîmên taybet yên Amerîkayê ne daku werin cihê bûyerê.
Hîn jî bi awayek fermî ti daxuyaniyek li ser ketina xwarê ya balafirê nehatiye dayîn.