NAVENDA NÛÇEYAN – Li Girtîgeha Kandirayê bi ser koguşa Sebahat Tuncel ku 127 rojên di greva birçîbûnê de ye, Fîgen Yuksekdag û Aysel Tuglûk de girtin û radyoya li kogûşê desteser kirin.
Divê roja ku piştî 8 salan parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê cara duyemîn çûn Îmraliyê, li ser hesabê medya civakî yê twîtterê yê Navenda Giştî ya HDP’ê parvekirineke balkêş hat kirin. Di parvekirina ku hatiye kirin de tê ragihandin ku li Girtîgeha Kandirayê bi ser koguşa Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel ku 127 rojên di greva birçîbûnê de ye, Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û parlamentera berê Aysel Tûglûk de hatiye girtin û radyoya li kogûşa wan hatiye desteser kirin.
Hefteya borî jî bi ser gelek kogûşên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê de hatibû girtin û radyoyên wan hatibûn desteserkirin. Ji ber vê yekê HDP’ê banga tevgerandina li gorî hesasiyetê li hikumetê kiribû.