RIHA – Ji 47 kesên ku piştî şerê li Xalfetiyê rûda û şûnde li navçeya Hewag û Xalfetiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin jê 3’ê zarok hatin berdan.
Di 18’ê Gulanê de li Gundê Derto yê Navçeya Xalfetî ya Rihayê polîs û eskerên dagirker operasyon pêk anîbû. Di operasyonê de şer derketibû. Piştî şer polîs û eskerên dagirker li Xalfetî û Hewagê bi ser gelek malan de girtin û 47 kes binçavkirin. Kesên bi îşkenceyê hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’e ya Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Ji 47 kesên hatin binçavkirin jê 3 zarok hatin berdan. Zarok S.A (14), F.A (17) û M. A (13) pişti sewqî dozgeriyê kirin û dozgeriyê îfadeyên wan girt serbest berdan.