SÊRT – Li navçeya Dihê ya Sêrtê polîsên dagirker ên Tirk bi ser gelek malan de girt. Polîsên dagirker di serdegirtinan de welatiyên bi navê Sînan Ozer (20) û Abdûllah Oktay (32) binçav kir. Hat ragihandin ku polîsan hin kesên ku geriyane di serdegirtinan de nedîtine. Nehat hînbûn ku serdegirtina malan û binçavkirin ji ber çê pêk hatiye.
Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Sêrtê.