Çalakiya dayik û xizmên girtiyên berxwedêr ku ji bo balê bikêşin ser tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di roja 45’an de didome. Parlamenterê HDP’ê Dilşat Canbaz, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) û gel beşdarî çalakiyê bûn.
POLÎS DAGIRKER: HDP’YÎ NIKARIN NÊZÎ GIRTÎGEHÊ BIBIN
Dayik li pêşiya avahiya HDP’ê li hev civiyan û bi wesayîtan ber bi girtîgehê ve ketin rê. Dema ku dayik gihiştin pêşiya girtîgehê polîsên dagirker rêya dayikan birî, tevî hemû astengiyên polîsên dagirker dayik ji wesayîtan derketin û çalakiya rûniştinê lidarxistin. Efserê polîsan dema çalakiyê de got; “Bi taybet HDP’yî nikarin nêzî Girtîgeha Gebzeyê bibin.”