AMED – Li Liceya Amedê dayikên girtiyan ji bo balê bikişinin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê 18 roj in li ber xwe didin û çalakiya rûniştinê pêk tînin. Dayik li Parka Çarşiyê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”, “Her der zindan her der berxwedana” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” kom bûn. Welatiyên derdorvê û ciwan jî piştgirî da çalakiya dayikan.
Polîsan xwest dayik çalakiya xwe bi dawî bikin, lê dayikan bertek nîşanî polîsan da û çalakiya xwe domandin. Li hemberî helwesta polîsan welatiyên derdorê û ciwan bertek nîşan da. Li hemberî bertekan polîsan bi ava şîd êrîşî dayikan kir û gelek kes hatin derpkirin. Di çalakiyê de 2 kes hatin binçavkirin.