Bi encama dagirkirina Iraqê ji aliyê Emerîka ve hêzên Ereb a Sûnî tundîtîjî bi piştevanîya Tirkiye-Sûdî û rêxistina El-Qaîde, piştre roj bi roj hîn tundtir bûn û çalakiyê van jî hîn bişîdet bû. Heta ku di encam de bi Îxwan û Selefî û BAAS`îyên re rêketin û Sûdî, Qetar û Tirkiye piştî guhertinên bi navê ‘Bihara Erebî’ li hember eniya Îranê li heremê ketine çalakiyên tundîtîj. Weke eniya Nusra derketina holê, lê ji ber nakokiya mabeyna rêveberên El-Qaîde li Efganistan û hêzên wan li Iraq û Suriye di heman demê de bi kuştinê Usame Bîn Ladîn demekî nû bi pêşengiya DAÎŞ li rêxistina radîkal ê Sûnî destpê kir. DAÎŞ pêvendiya xwe li gel El-Qaîde sînordar kir û zêdetir destpêşxirî kir destê xwe.
Di piştgirîkirina DAÎŞ`ê de du armancê Tirkiye hebû; ew derfetê ku li Suriye çêbûye gelê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê nikaribe qewerekî(statuko) bi dest bixe û Suriye li pêşerojê di bin hegemonyaya wî de be, li Iraqê jî sînorek ji bo desthilatê Şîa ya Begdayê bê danîn. Di heman demê de desthilatê Başûr bi temamî bixe jêrdestê xwe û ji bo wê îrade nehêle. Ji ber ku di sala 2012-2013 êdî destpêşxiriyekî siyasî li Bakur, Rojava û Başûr diket dest projepêşniyarên Rêber APO. Mînak; amadekarî ji bo projeya Konferansa Netewî li Hewlêr nîşaneya vê rastî ye.
Hewlên Rêber APO û Tevgera Azadiya Kurdistan ji bo çareserî û aşîtî li Bakur û serxistina şoreşa Rojava, bihêzkirin û yekxistinê Başûrê Kurdistanê bi rêya sazdana Konferansa Netewî hebû. Bêguman sazdana Konferansa Netewî li Başûr, şûna Başûrê Kurdistanê hem di asta netewî û hem jî di asta heremî û cîhanî de bihêz dikir û pêşiya li qeyran û aloziyên ku bihatina DAÎŞ Başûr rû bi rû hat, girt. Berovajî vî PDK-Iraq li pey projeya netewî nehat, li pey projeya Tirkiyeyê çû. Bi navê qaşo avakirina dewletê Kurd projeya firotina petrol bi borî hilbijart, encamê wî jî ne petrol û ne pere û ne jî dewlet bû!
DAÎŞ weke hêzekî çete û bêrehm û dûr li hemû pîvanên mirovahî, ku di dîroka mirovahiyê de cara yekem rastî tişteke wisa hatiye; piştî wê ku Amanê paytexta Urdunê civîna xwe li dar xistin, li gor belgeyên ku hatine selmandin li bin çavdêriyê Mesûd Berzanî kurê wî Mesrur tevlî wî civînê bûye. Di wê civînê de tîfaq bûn ku du xilafet li Iraq û Suriye ava bikin, yek ji bo Ebûbekir Bexdadî ji Reqa heta Musil, yekî jî ji bo Mesûd Berzanî ji Xaneqîn heta Efrînê.
Ji bo wî meseleya dagirkirin û êrîşê DAÎŞ li ser Şengal û radestkirinê Şengal ji DAÎŞ`ê re ji aliye Mesûd Berzanî ve di bingeh de ji bo vî bû ku DAÎŞ berê xwe bide Rojava û bi alîkariya Tirkiye Rojava radestî Mesûd bikin. Ew axaftinê Mesûd Berzanî ku li parlemenê heremê pêşkeş kir û di dema dagirkirina Musil ji aliyê DAÎŞ ve got; ‘ îro pê ve cîranekî me yê nû heye’, di heman demê de ragihandinên wan yekser peyvendî bi berpirsên DAÎŞ ve kirin li Musil, her wiha şebekeyê mobilî ji Musil û deverên di bin destê DAÎŞ de nebirîne. Berovajî tîfaqê, DAÎŞ tevî bi destxistina Şengal û pêvçûn bi hêzên YPG/YPJ û HPG/YJA-Star li derdorê Şengalê, êdî derfetên derbasbûnê ji bo Rojava nema. Ji ber vê yekê berê êrîşên xwe dane Mexmur-Hewlêr û sînorên Kerkuk-Germiyan. Bêguman ger ku hêzên HPG/YJA-Star, Koalîsyona Navdewletê negihiştibana hawarê, DAÎŞ Hewlêr dagir dikir. Bi li xwe mikur hatina Cîgirê Serokê Emerîka John Mekîn gotibû; ‘demê ku Mesûd peyvendî bi min re kir ji bo bi hawar çûnê, tonê dengê wî têk çûbû, girî li qirikê wî de mabû’. Raste, piştî şîkestina hêzên Bexdayê li Musil û Tîkrît û sînorê Diyala destpêkê hêzên pêşmerge ew valahî dagirtin, lê demê ku DAÎŞ êrîşî hêzên pêşmerge bi heman şêweyî weke hêzên Bexdayê, ew jî li Mexmur, sînorên Musil, Guwêr, Sediye û Celawle nikaribûn pêşî li DAÎŞ`ê bisekinin. Ji bo vî, ewqas xwe mezin dîtin, lê ji bingehê ve rastiya hêzên pêşmerge vala bû. Li vir mebestê me ne biçûkxistin an jî kêmnîşandana astê hêzan e, lê pêwiste li gor rastiya xwe nêzîkî xwe bibin. Ji ber ku piştre me dît heman hêzan bêpiştevaniya hêzên navdewletî nikarin saetekî li hember hêzên Haşdî Şabî li ber xwe bidin.
Ji ber ku Mesud Berzanî, eniya DAÎŞ û Tirkiye hilbijart û biryarê firotinê petrolê serbixwe da, Îran an rastir em bêjin eniya Şîa jî abloqe(ambargo) xiste ser hikumeta başûr û mûçeya(maeş) karmend û pêşmerge ji saziyên hikumetê birî. Ew jî di nav gelê Başûr de bû sersebebê qeyranê. Ew qeyran roj bi roj zêdetir pêşket. Siyaseta hikumetê ya ji bo çareseriyê, kêmkirinê mûçeyê(daxist çarêkê mûçe) jixwe ji karmendan re qet nebû çareserî. 2014, hatina DAÎŞ û qirkirinê li ser Êzîdiyan ew rewşê ku li Başûr çêbû, desthilat tu rexnedanek ji bo wî neda, tu kesek nehate darizandin. Berovajî, li hember ku hêzên li Şengal û Mexmur erkê xwe pêkanîbûn û li ber xwe dabûn, derketin. Piştre dema civakê Şengalê biryara damezarandinê meclîsê xwerêveberiya demokratîk da, temamî aliyên siyasî li Başûr helwestên neyînî nîşan dan. Di rastî de, ger ku kêm be jî piştî fermanê 3 Tebaxê 2014`an civakê Êzîdî ezmûn wergirt ku hewlbide xwe birêxistin bike û hêzên parastinê xwe di bin navê YBŞ/YJŞ ava bike û li hember dagirkeran bisekine. Îro, di encamê de ew bûne hêzek ku civaka Êzîdî pêşerojê xwe li ser ava bike. Her çi qas PDK-Iraq bi navê ‘Hêzên Pêşmerge Ya Rojava’ êrîş kir ser wan û xwest YBŞ/YJŞ teslîm bigrin jî, lê hewldanê wan li destpêka Adarê 2017`an vala derket.
Civakê Başûr li gel derketinê DAÎŞ û êrîşî wan ji bo ser Rojava û Şengal helwestê xwe diyar kirin. Ew jî bi tevlîbûna ciwanan ji bo nav YPG/YPJ, di heman demê de ji bo nav HPG/YJA-Star û YBŞ/YJŞ li Şengalê, şêhîdbûnê Genco Xoşnav li Şengal heta ku Destîna Qendîl li Kobanê û Bakur Cîlo li Heleb zêdetirê 30 ciwanên Başûr bi keç û xortan di berxwedana Rojava û Şengal de bi lehengî şehîd ketine. Ew helwesta bingehîn a civaka Başûr nîşan dide.
Li gel vê jî xelk hewl da bi alîkariya xwe barê giranê şoreş li Rojava sivik bike, di heman demê de derî ji bo penaberan vekir û pêşwaziya penaberên ku di nava şer de bûn, kir. Her wiha bi piştîvaniyên girseyî bi civîn, meş û mîtîng li tevahî Başûr çêbû. Helwestê xwe yê netewî beyan kirin. Berovajî desthilat, bi taybet PDK-Iraq deriyê Sêmalka girt, xendeq li ser sînorê Başûr û Rojava lê da, hêzên weke ENKS ava kir ji bo tevlîheviyê û astengî li pêşiya rawebûnê navdewletî ji şoreşa Rojava re; ji bo vê jî Mesûd Berzanî berpirsiyarên ENKS bi xwe li Ewropa digerand ku şoreşa Rojava tawanbar bike û hêzên niştîmanî bikin nav lîsteya teror. Ger ku zextê parlemen û gel û hêzên navdewletî nebûya, PDK-Iraq û Tirkiye rê ne didan pêşmerge biçe şerê Kobanê ji ber ku ew li hêviyê ketina Kobanê û Şoreşa Rojava bûn, ne serkeftina wê.
Li gel tevlîbûna hêzên gerîla li berxwedana Şengal û Mexmur, bi heman rengî tevlîbûn li parastina Kerkuk û Duhoq û tevlîbûna li rizgakirinê Celewle, ew jî tişteke nû îspat kir ku hêzên parastina Kurdistanê li gerîla û pêşmerge û amade ne ku mil bi mil bi hev re li hember dijmin şer bikin. Di heman demê de ew defterên derbasbûyî bigrin, rûpeleke nû li çawayî parastina Kurdistanê bikin, vekin. Ger ku fermandartiya giştî ya hêzên pêşmerge amade bibûya derfet hebû û niha jî heye ku fermandariyekî hevbeş li mabeyna gerîla û pêşmerge de ava bibe.
· Ber Bi Temam Bûna Şerê DAÎŞ û Nirxandineke Dûr Ji Rastiyê
Bi hemû van hewldanên ku hatine dayîn re ji bo şikandina hêzên dijî mirovahî DAÎŞ`ê, bêguman rolên Hêzên Parastina Kurdistanê (gerîla, şervan û pêşmerge) li Rojava û Başûr li ber çavan e. Ew jî rastiyeke ku wan hêzan li şûna cîhanê şerê DAÎŞ kirin. Lê divê bê zanîn ku yek hêz bi tenê nebû. Belkî, hemû hêzan mil bi mil bi hev re vê berxwedaniyê meşandin. Ya ku pêwîst bû rast bihata nirxandin, ew jî dagirker û dewletên serdestên Kurdistanê ketibûn ber sikratê. Hêzên navdewletî piştevaniya tevgerê niştiman a Kurdistanî dike. Gelê Kurdistanê bi Kurd û Ereb û Aşûrî û Suryan û baweri û olên cuda piştgirî li tevgera niştîmanî ya Kurdistanê dike. Wê demê pêwist dike ku hêzên siyasî ya Kurdistanî jî xwedî li projeyên heqîqî bin heta ku bikaribin deskeftiyan zêdetir ji bo gelê Kurdistanê bidin qezenckirin. Şoreşa Rojava û Bakur bi proje û pêşengiya Rêber APO re li ser bingehê konfederalîzma demokratîk, neteweya demokratîk weke riya sêyem bi rê ve diçe, ji ber vê yekê li Bakur karine serkeftin û destkeftiyên dîrokî bi dest bên xistin, çongê dagirkerî li hember wî birecife. Ji bo vê jî bi hemû şêwe êrîş li ser kir. Di heman demê de dema ku dewlet êrîş kir, berxwedaneke herî mezin li hember hate nîşandan. Bi taybet li bajarên weke Cizîr, Sûr, Nîsêbin, Kerboran, Şirnex û Gever ku di dîroka Kurdistanê de bêhempa bûn. Rojava jî li gel serkeftinên wê ji aliyê çekdarî ve bi taybetî jî piştî azadkirina Reqa û qadeke mezin li Dêrazor, di heman demê de projeyên federaltiya Bakurê Surîye, êdî mirov pê dihese ku gav bi gav tevî zehmetiyan jî êdî mîsogerîya deskeftên li Rojava bi cih dibin. Rast e, xetere hene; lê berxwedan jî di asta herî bilind de ye.
Başûr, li gel vê yekê destkeftiyên zêde û piştîvaniyeke nîvdewletiyê mezin û derfeteke baş heta ku bikaribe wan destkeftiyan bixe mîsogeriyê, ji ber ku desthilatiya Bexdayê di demê xwe yê herî qels de bû, lê projeyê Başûr ku projeya Mesûd Berzanî bû, ew jî li ser bingehê dewlet-neteweyên klasîk a Rojhilata Navîn bû, çêkirineke îmaratekî weke ew ên li kendavên Erebî. Ji ber ew proje ne guncaw bû, her çiqas gel piştevanî jî kir, dîsa nekarî encam bigre. Berovajî wî, hemû ya ku di encama şerê DAÎŞ`e de hatibû bidestxistin jî ji dest çû. Dîsa ger ku hêzên navdewletî nebûna, guman dihat kirin ku Cezayîreke din li ser Başûr hatiba dubare kirin. Desthilatê siyasî li Başûr dixwaze li gor xeyalê xwe bimeşe û kesek jî dengê xwe neke, wisa fêm dike ku hemû roj destpêkê sala 90’î ye ku dinê hemû pêwistî pê heye, wisa dizane ku rejîma Bexdayê heman rejîmê BAAS`ê kevin e û hêzên navdewletî li dijî wî disekinin û nayê qebûl kirin. Ger ku bêjin şaşitiyê Sedam ji bo çûyîna Kuveyt ku kir û bûye sedema têkçûna BAAS`ê, heman şaştî jî M. Berzanî kiriye bi encamdayîna referandomê ne şaş e. Ew nayê wê wateyê ku referandom û bidewletbûn û serbixweyê ya Başûr çiqasî mafdar e an na. Nirxandina qonaxê bi şêweyekî zanîstiyane û di nav wî de diyarkirinê proje û planên guncaw ku çêbibe di wê serdemê de bên bicihanîn.
Her ew dem, gel li rexê propagandayê eniyê ‘belê bo referandomê serbixweyê’, eniyê ‘nexêr’ ji bo referandomê jî hebû ku pêkhatibû ji Tevgera Azadî, Komelge Kurdistan, hinek parlementerên heremê û hinek saziyên ragihandinê, lê desthilatê guh lê eniya ‘nexêr’ neda, berovajî wî bi xiyanetê bi nav kirin û nehiştin ku li sinorê PDK-Iraq propaganda ji bo xwe bikin. Her wiha xebat û projeya avakirin û encamdayîna Kongreya Netewî jî di rojevê de bû, lê PDK û alîgirên wî li parçeyên din weke ku tişteke wisa di holê de nîne tevgeriyan. Di encamê vî de li 16`ê Cotmehê 2017`yan piştî êrîşeke yek-du demjimêr(saet)an ji hêla Haşdî Şabî ve Kerkuk hate radestkirin. Di dema sê rojan de jî ji Şengalê heta ku Xaneqîn hemû radestên Hêzên Bexdayê hate kirin. Bêguman tawanbarê yekem di wî şikest û têkçûnê de PDK û YNK ne di asta yekem de, piştî van jî Yekgirtî ya Îslamî, Partî Komunîst, Hizbên Zehmetkêşan, Kirêkar û Rencdaran, Aliyên Tirkmen û Aşûriyên ku aligirên PDK ne, wan hemû bi serokatiya Mesûd Berzanî bû. Mesûd xwest bi îstîfakirinê serokatiyê ya ku dema wê derbas bûbû û hincet ji bo xwe çêkirin û qaşo beşek li yekîtî xiyanet lêkirine, Tirkiye, Îran û Emerîka û Iraq piştgirî nekirine, ji bo hemwelatiyeke Başûr ku deng bi ‘erê’ di referandomê de da, ew çîrokan kêrî pênc qirûşan nayê, nekarîne berxwedayînê bikin ji bo wî. Ji ber ku demê 4 salane gelê Başûr bi hemû çîn û qatên civakî ya derveyî desthilatdaran jiyaneke pir zehmet, dijwar û nexweş dijîn. Rexmî wî jî piştevanî bi ‘erê’ nîşan dan; a niha jî heyfa xwe ya ‘erê’ ji wan hêzan digrin.
Civaka Başûr bi hemû çîn û qatên wî û bi herdu rêgez ve jiyaneke pir zehmet û dijwar derbas kiriye, ji aliyekî ve bi hêzên dagirker ji aliyê din ve jî hêzên lokal ku xwe rewa dihesibîne. Lê êdî ew desthilat demê wî ser de çûye, pîvanê wî yê siyasî û civakî bi kêrî dema niha nayê. Şiyariyê civakê heta asteke heye, lê karîgerî bi jiyan û pîvanên hêzên bi navê lîberal û sermayedar, wan dixist heman şaşitiyên derbasbûyî ango bi balafiran ji Ewropa û Emerîka hatin menaya xwe ya ku pêşengî bikin nîne, ji ber ku pêwistiya Başûrê Kurdistanê pîvanên xizmetkirin û civakeke azad û demokrat û xwerêveber e. Derveyî vê xetê riyên din ji bo çareseriyê ceribandin, lê ew jî rastî heman çarenûsê bên, ji bo bidestxistina jiyaneke azad û demokrat têkoşîneke radîkal û demokratîk pêwist e.