HELEB – Bi amadebûna bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê, Buroya Yekîtiya Werzîşê girêdayî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi merasîmekê li taxa Şêxmeqsûd hate vekirin.
Buroyê bi destê zaroka şehîd Feyrûz Îbrahîm (Kawa) ê 2014‘an di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bibû, Eyşe Îbrahîm hate vekirin, paşê beşdaran li buroyê geriyan.
Hevserokê Buroya Yekîtiya Werzîşê Cîwar Mihemed vekirina buroyê li ciwanan pîroz kir û hêvî kir bibe gava pêşxistina ciwanan di aliyê werzîşê de.
Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Berfîn Elîko jî anî ziman ku ev buro dê bibe bingeha pêşxstina werzîşê li taxê.
Merasîm bi gerandina govendan ji aliyê Koma Şehîd Elî ya girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dawî bû.