NAVENDA NÛÇEYAN – Ji sala 2002’an ve desthilatdariya faşîst a Akp’ê îktîdara Tirkî desteserkiriye û her beşa civakê ji bo berjewendiyên xwe bikar tine. Li dijî Kurdan hêzek despot û faşîst avakiriye, ji bo polîtîkayên xwe ên qirkirin û asîmlasyon pêk bine. Polîtîkayên ku ji dema Osmaniyan mane li gorî rewşa sedsala 21’emîn guhertiye û Akp li ser hêz dînasmîk a civakê li ser ciwanan dimeşine. Ji ber bê sîstematiya perwerdê, ji ber qaşo pirsgirêkên “bekaa” berê ciwanan dide şer. Ji ber kêm derfetên kar û pirsgirêkên li zanîngeha di sala 2019’an di meha Gulanê de bêkariya ciwanan giştiye asta jor.
REWŞEK JI BO HESÛDKIRINA TIRKIYE NEMAYE
Îktîdara faşîst a Akp-Mhp qedera ciwanan ji bêkariyê, bêewlehiyê û bêpêşerojê re hiştiye. Bi gotinên “Krîz me bandor nake”,”Yekitiya Ewrûpa hesûdiya me dike” ev îktîdara faşîst hewl dide rastiya xwe bi rêbazên şerê taybet veşêre. Îktîdara Akp-Mhp ciwanan di nav artêşê de di milê mîlîtarîzmê û çetebûne perwerde dike û li di welat û dervî welat de dikeve nava şerê germ. Ev hikumeta şer û şerê pîskolojîk ji bo aborî an jî demokratîkbuyînê tu gava navêje. Bloka faşîst a Akp-Mhp berê ciwanan dide şer û wek kabûsek reş bi ser ciwanan ve tê. Di nav 10 salên dawî ku asta bêkariya ciwanan gihiştiye asta herî jor, tu alternatîf nayê danin. Cînayetên kar ku bi destê Akp’ê sal bi sal zêdetir dibe bingeha xwe ji bêkariya ciwanên ku ji zanîngehê hatine avêtin û di şert û mercen giran de jiyan dikin digre. Bi rêjeya bêkariya ciwanan ve giredayî, polîtîkayên dûrnebîniya bloka faşîst a Akp-Mhp ji kar ditîna ciwanan û pêşeroja ciwanan re dibe asteng.
LI TIRKIYE BÊKARIYA CIWANAN DI KIJAN ASTÊ DE YE?
Li gorî istatîstikan di sala 2019’an bêkariya ciwanan ji sedî 18,6’an gihiştiye sedî 26,7. Ji her 100 ciwanî 26 jê bêkarin, ne jî berkaranîn û ne jî ji perwerdê feyde dibine. Ciwanên ku ne ji perwerdê û ne jî ji berkaranînê feydê dibine ji sedî buye 24,5, li gorî hesaban sedî 15,6 xort û sedî 33,6 jî jinên ciwan in. Li gorî daneyên sala 2018’an ciwanên navbera 15-24 salî sedî 20,3 bêkarin. Ji wan sedî 17,6 xort û sedî 25,3 jî jinên ciwan in.
REKORA BÊKARIYA CIWANAN; SEDÎ 26,7
Bêkariya ciwanan ji sedî buye 26,7 wek hejmar 4 mîlyon û 668 hezar ciwan bêkarin. Ev asta bêkariyê êdî gihiştiyê asta rekorê. Ev rêjeya bêkariyê di 10 salên borî de ya herî bilind e. Di salên 1994 û 2001 ku krîz hebû, bêkariya ciwanan negihişt astek ewqas bilind. Ew dem bêkarî di navbera ji sedî 8,5 û 10 diçû û dihat. Tirkiye li gorî 28 dewletên Yekitiya Ewrûpa di rêza serî de cihê xwe digre. Her wiha di bilindbûna bêkariya ciwanan de jî di rêza 2’emîn de ye.
TIRKIYE DI CIHANÊ DE DI BÊKARIYA CIWANAN DE YEKMÎNE
Li Yekitiya Ewrûpa bêkariya ciwanan gelemperî ji sedî 17 ye. Di sala 2008’an di krîza kûrewî ya cihanê de dewleta herî zêde bandor bibû Îrlanda bû. Lê li Îrland ew dem bêkariya ciwanan ji sedî 15 bû. Li Elmanya bêkariya ciwanan ji sedî 6 e. Belçîka sedî 18, Îngîltere sedî 12 ye. Herwiha li Hollanda sedî 9, li Komara Çekê sedî 8, Macarîstan sedî 10, Awstûrya sedî 11 û Bulgarîstan sedî 10,7 e. Dewletên ku ji krîza kûrewî ya sala 2008’an bandor bûn wek Îspanya, Yunanîstan, Portekîz bêkariya ciwanan her diçe kêmtir dibe. Lê bes li Tirkiye ji ber sedemen sîyasî û eknomîk bêkariya ciwanan bi awayekî îstîkrar bilind dibe.