AMED – Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bi daxuyaniyekê çalakiyên Yekîneyên Tolhildana Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet li Amedê ên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina li ser berxwedanên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê hatibûn lidarxistin eşkere kir. DGH û DGKH daxuyakirin ku wan li Amedê li navçeya Yenişehir û li kolana Seyrantepe li dijî noxteyên polîsên dagirker û li dijî çeteyên ku maddeyên hişbir belav dikirin çalakî pêk anîn.
Daxuyaniya Koordînasyonê wiha ye:
Di şeva 20’ê Gulanê de li dijî tecrîdê li navçeya Yenişehirê li kolana Seyrantepe Yekîneyên me ên Tolhildanê li dijî noxteyên dijminê dagirker bi bombeyên deng û fîşekên hewayî çalakî lidarxistine. Piştî çalakiyê dijmin derdorê dorpêç kiriye, Yekîneyên me biewle ji herêmê derketiye.
20’ê Gulanê li dijî tecrîdê li Yenişehirê li kolana Seyrantepeyê Yekîneyên me li dijî çeteyên ku maddeyên hişbir belav dikirin ji bo hîşyariyê çalakî li hemberî wan lidarixstin.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Li ser axa Kurdistanê çeteyên ku ciwanên me bijehr dike em cara dawî wan hîşyar dikin, eger ev çeteyan belavkirina jehrê bidominê ev wê bibe dawiya wan. Bila hemû kes bizane ku me ticarî destûr nedaye maddeyên hişbir ku ciwanan jehr dike, û em tucarî destûr nadin vî tiştî.