BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 12’ê Gulanê li deverên Zêrane, Mêzê, Gundên Aslan, Matê, Mihemed Emîn û Talanê yên ser bi Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dest bi operasyoneke dorfireh kiribû.
HPG’ê got: “Di tevahiya vê operasyonê de ku artêşa Tirk bi desteka teknîkê û pêşnegtiya kontrayan pêk anî, di navbera hêzên me û leşkerên TC’ê de gelek caran şer qewimîn. Di van çalakiyan de hêzên me gelek derbên giran li hêzên derketibûn operasyonê xistin.”
1 JÊ BI PILE HERÎ KÊM 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de li ser çalakî û encamên wê ev agahî hate parvekirin:
“13’ê Gulanê li gundê Aslan di saetên danê nîvroyê de şerek dijwar di navbera hêzên me û leşkerên Tirk de rû da. Piştî şerê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndar bûn û şûnde, yekîneyên operasyonê neçar ma ku paşve vekişin. Heman rojê saet 17:00 heta 19:00’ê helîkopteran devera gundê Aslan bombe kirin, 14’ê Gulanê saet di navbera 13:00-15:00’an de balafirên şer jî gundê Aslan û derdorî wê bombe kirin. Di şerê du rojan dom kir de bi qasî hate zelalkirin 1 jê bi pile 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
Heman rojê hêzên me li dijî yekîneyên dijmin ên li Qela Perîxanê û devera Zêraneyê bi giştî 5 çalakiyên sabotajê lidar xistin. Di van çalakiyên hatin kirin de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatine kuştin. Dibe hejmara kuştî û birîndarên hêzên dijmin hê zêdetir bin.
4 GERÎLA ŞEHÎD BÛNE
Tevî hemû desteka teknîk û rêbazên cuda, artêşa TC’ê ya li pêşberî yekîneyên me serketin bi dest nexistin, 17’ê Gulanê ji qadê vekişiya. Hevrêyên me Çekdar Avaşîn, Çiyager Êrîş, Devrîm Firat û Êrîş Andok ên tevahiya operasyonê bi lehengî şer kirin şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameya hevrêyên xwe em ê piştre bi raya giştî re parve bikin.
DEWLETA TIRK WINDAHIYÊN XWE VEDIŞÊRE
Dîsa artêşa Tirk bi rêya çapemeniya şerê taybet, dixwazin vê binketina xwe binixwimînin. Di demê operasyonê de ya ku 6 rojan dom kir, ji bo kuştî û birîndarên xwe veşêrin bi rêya çapemeniyê xwestine raya giştî bixapînin. Bang li gelê xwe dikin ji vê propagandaya qirêj a dijmin bawer nekin.
LI AGIRIYÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Serfiraziyê ya li Eyaleta Serhedê dom dike de 22’yê Gulanê saet 07:00’an li dijî wesayîteke ya bi tîpa Amarog a li ser rêya di navbera Qereqola Şilê û Serêkaniyê ya girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyeke ya sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de ku wesayît hate derbkirin de, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Artêşa TC’ê ya piştî çalakiyê qad bi obus û hewanan topbaran kirin, kuştî û birîndarên xwe bi wesayîtên zirxî ji qadê dûr xistin.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
23’ê Gulanê artêşa TC’ê êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê domandin. Di vê çarçoveyê de;
Balafirên şer saet 06:00’an qada Ermûş a girêdayî Herêma Xaxûrkê, saet 10:00’ê jî devera Elî Dirêj bombe kirin.
Saet derdorî 12:30’î jî devera Karox û Kalatûka yên girêdayî Herêma Qendîl li gel Girê Hekarî yê Herêma Metîna bombe kirin.
Di van êrîşên hewayî û bomberdûmanê de ti ziyan negihiştiye hêzên me.”