QAMIŞLO – Xwendekarên Qamişloyê jî deng da dengê ‘#FrîdaysForFuture’ a tevgera avhewayê li gelemperiya cîhanê bang li ciwanan kirin.
Ji 50 xwendekarên Zanîngehên Rojava dixwînin pankart hildan û bidirûşman li kolanên bajar meşiyan. Li bajar ji guhertinên avhewayî ya gerdûnî ya ji ber qirêjiya li bajarê û mijarên ekolojîk bal kişand ser gelek mijarên cuda.
Xwendekaran di vê çalakiyê de ragihand ku ew jî tevlî çalakiya Frîdays For Future ya tevgera avhewaya ya banga çalakiyên gerdûnî kir bûne.
Li gel xwendekaran xebatkarên şaredariyê û aktivîst, enternasyonalîstên kampanyay Green Agaîn a Meke Rojava jî tevlî bûn.